HPG: Li Heftenîn û Çelê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Bi gurbûna şerê li dijî dagirkeriyê re, gerîlayan çalakiyên bi bandor lidar dixin. Di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenîn û çalakiyên li navçeya Çelê ya Colemêrgê de, 2 çeper hatin rûxandin û 8 leşker hatin kuştin.

HPG’ê ragihand ku gelek çekên sivik û giran yên dagirkeran jî hatine bêkêrkirin.

Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirkirina xaka kurdistanê gerîlayan li bakur û başûrê kurdistanê çalakiyên xwe zêde kirine.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser encamên çalakiyên gerîla yên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kir.

“Artêşa Tirk 16’ê Hezîranê li dijî Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

10’ê Tîrmehê hêzên dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov ber bi Girê Kartal ve ketin tevgerê.

Hêzên dagirker ên berê xwe dan gir, rastî berxwedana gerîlayan hatin.

Di encama şerê li herêmê rûdayî de, bi qasî hatî zelalkirin 3 leşker hatin kuştin.

Gerîlayan li dijî yekîneyên artêşa dagirker 3 çalakiyên sabotajê kirin.

Derbarê kuştî û birîndarên dagirkeran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Heman rojê gerîlayên YJA Starê dagirkerên li qereqola Serzêr a girêdayî Çelê ya Şemzînanê kirin hedef.

Di vê çalakiya bi xurtî li leşker û çeperên dijmin hatin xistin de, jimara kuştî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirin.

Gerîlayan saetên ber nîvro, li dijî qereqola Girê Sor çalakiyek kirin, 2 çeper hatin rûxandin, çeka A4 a giran û obusek hatin bêkêrkirin û 5 leşker hatin kuştin.

14’ê Hezîranê artêşa tirk ya dagirker li devera Çiyayê Reşkê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.

Dagikeran piştî qad bi balafirên şer bombebaran kir, bi helîkopterên Skorsky leşker li deverê danîn.

Di navbera hêzên dagirker ên xwestin bi pêş ve bên û gerîlayan de şer rûda.”

HPG’ê dazanîn ku di vî şerî de gerîla Kemal û Qendîl heta kêliya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Back to top button