Welatiyên Silêmaniyê: Divê hikûmet bersiva îmze û daxwazên gel bide

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê ku bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer bi çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanînê ku hatiye destpêkirin, dewam dike. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê didin.

Welatiyên Silêmaniyê piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya îmzeyan a li dijî dagirkeriya dewleta tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê, anîn ziman.

Ciwanê bi navê Kameran Teha piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê anî ziman û got;

“Ez dagirkeriya dewleta Tirk şeremzar dikim, ez bang li hikumetê dikim da ku ji daxwaz û îmzeyên welatiyan re bibin bersiv û bibe xwedî helwest.

Welatiyê bi navê Rêbwar Lawîn jî diyar kir ku ger rêveberên Kurdan yek bin, wê ticarî dewleta Tirk nekaribe dagirkeriyê bike.

Welatiyên Kerkûkê jî tevlî kampanya li dijî dagirkeriyê bûn

Bi heman armancê ciwanên welatparêz yên li Kerkûkê jî mal bi mal dikan bi dikan digerin ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker îmze kom dikin.

Back to top button