Konferansa 7. a Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê hat lidarxistin

Konferansa 7’emîn a Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê bi xwendina rêzknameyê bi dawî bû. Konferans bi beşdariya 200 delegeyî hat lidarxistin.

Di konferansê de Endama têkliyên derve ya PYD’ê Eyşe Efendî axivî û lidarxistina konferansê li hemû malbatên Şehîdan pîroz kir. Eyşe Efendî bang li hemû malbatên Şehîdan kir ku li dijî êrîşan tekoşîna xwe xurt bikin.

Konferansa 7’emîn ya Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê li Kobanê hat lidarxistin.

Konferans bi beşdariya 200 delegeyan pêk hat.

Di konferansê de Endama têkliyên derve ya PYD’ê Eyşe Efendî axaftina vekirinê kir û lidarxistina konferansê li hemû malbatên Şehîdan pîroz kir.

Eyşe Efendî bang li hemû malbatên Şehîdan kir ku li dijî êrîşan parastin û tekoşîna xwe xurt bikin.

vê ji nûçeyên kurdî yên nîvro bigirin

Piştî axaftina vekirinê, perpesktîfên rêber Ocalan yên derbarê şehîdan de hat xwendin.

Paşê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mihemed Şahîn wate û girîngîya li darxistina konferansê anî ziman û got,

“Civaka ku ne xwedî şehîd be mafê wan yê jiyanê tune ye.

Şehîd dîroka me ne, malbatên şehîdan jî xwediyê vê dîrokê ne.

Di şerê cîhanê yê yekem de Gelê Kurd bê statû ma.

Lê îro di şerê cîhanê yê sêyemîn de, Gelê Kurd jî xwedî îrade ye û wê statuya xwe bi dest bixe.”

Mihemed Şahîn hêvî kir ku konferans bibe bingeha pêkanîna xeyal û armancên şehîdan.

Piştî axaftinan rapora du salan ya xebatên Meclisê hat xwendin.

Konferansa 7’emîn ya Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê bi xwendina rêzknameyê bi dawî bû.

Back to top button