Di navbera şandeyek a Rêvberiya Xweser û Wezîra Derve ya Siwêdê de civînek pêk hat

Di çarçoveya berdewamkirina têkilî û hevdîtinên dîplomatîk, di navbera şandeyek a Rêvberiya Xweser û Wezîra Derve ya Siwêdê civînek pêk hat.

Roja pêncşema çûyî şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Wezîra Derve a Siwêdê Anna Lindh bi rêya tora Zoom a înternetê, civînek li dar xist.

Di civînê de şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd behsa rewşa siyasî û aborî û girîngiya alîkariyên navdewletî kir,

Çiya Kurd daxwaza vekirina dergehê El-Yerûbiye (Til Koçer) ê sînorî kir ku li ser vetoya Rûsya û Çînê hat girtin û bandoreke neynî li gel kir.

Çiya Kurd îşaret pê kir ku heta niha tevî bangewaziyên navdewlet ên vekirina dergehan û şandina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê jî, Rûsya û Çînê hîna mafê veto bi kar tînin

Çiya Kurd: Di derbarê girtiyên DAIŞ’ê de divê civaka Navnetewî gavên cidî bavêje

Çiya Kurd de diyar kir ku divê dadgeheke navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin da ku çeteyên DAIŞ`ê li ser teror û sûcên xwe bên darizandin.

Îlham Ehmed: Dewleta Tirk sivîlan û şêniyên gundên herêmê dike hedef   

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed jî bal kişand ser terora dewleta Tirk û dijminahiya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Her wiha îşaret bi êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê kir ku sivîlan û şêniyên gundên herêmê dike hedef û atomsfêreke tirsê, neîstiqrarê û şer li herêmê çê dike.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku qanûna Qeyser bandorê li tevahî şêniyên Sûriyê dike

Îlham Ehmed helwesta hikumeta Sûriyê ji dan û standinan û dûrketina wê ji diyalogên  ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, bi bîr xist.

Îlham Ehmed diyar kir ku tevî ku Amerîkayê piştrast kir ku herêmên bakurê Sûriyê ne di nava qanûnê de ne û dê pê bandor nebe jî, lê belê qanûn bandorê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dike.

Anna Lindh nerazîbûna xwe ji êrişên dewleta Tirk ên bê sedem re da

Di civîna bi rêya îneternetê de, pêşketina diyalogên Kurdî-Kurdî û girîngiya wê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê û çareseriya aloziya Sûriyê, li kêlek metirsiyên ji ber belavbûna vîrusa (covid-19), hatin nîqaşkirin.

Wezîra derve ya Siwêdê Anna Lindh jî nerazîbûna xwe  ji êrişên dewleta Tirk ên bê sedem re anî ziman û soz da ku dê duşema bê wê mijarê bi endamên parlamana Ewropayê re nîqaş bike da ku ev êrişên dijminane bên rawestandin.

Anna Lindh di vê der barê de axaftina xwe bi balyozê Amerîkî re ya têkildarî “rewşa hêzên wan li bakurê Sûriyê”, bi bîr xist.

Back to top button