Dagirkeriya Tirk gundên rojavayê Eyn Îsayê topbaran kir

Dagirkeriya Tirk careke din êrîş birin ser gundên Eyn Îsayê yên ser riya M4, di encamê de ziyan gihan herêmê.

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, îro di saetên şevê de, gundên Hoşan, Dibis û xwaringeha Seqir ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Ji ber topbaranê stasyona kehrebeyê hate hedefkirin û gundên Hoşan û Dibis bê kehrebe mane.

Back to top button