Konferana 7. a Meclisa Malbatên Şehîdan bi encamnameyekê bi dawî bû

Duh Konfernsa 7. a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi beşdarbûna 200 delegeyî li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Di konferansê de, Meclisa Malbatên Şehîdan ev biryar girtin:

Ji bo alîkariya malbatên şehîdan, kooperatîfên aborî û çandinî dê werin avakirin.

Li gorî astên xwendinê, wê derfetên kar ji malbaêtn şehîdan re werin peydakirin.

Wê komîteyek ji ciwanên malbatên şehîdan re were avakirin.

Ji bo malbatên şehîdan ên li kampa Eyn Îsa û Girê Spî, projeyên biçûk dê werin avakirin.

Her wiha wê komîteya têkiliyan jî were avakirin da danûstandinan bi saziyên rêveberiyê re pêk bîne û pirsgirêkan çareser bike.

Di dawiya Konferansê de, komîteyek ji 8 endaman hate avakirin da ku koordîneyê bi Rêveberiya Xweser re bike û pirgirêkan çareser bike.

Back to top button