Dewleta Tirk 70 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Di çarçoveya mayîndekirina dagirkeriya xwe de, dewleta Tirk şandina çekan ji Idlibê re didomîne. Herî dawî jî û di nava rojekê de, 70 maşîneyên leşkerî derbasî herêmê kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh artêşa Tirk derdora 30 maşîneyên leşkerî di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Li gorî çavdêriyê, dewleta dagirker 25 maşîneyên din jî, di heman deriyê re derbasî nuqteyên xwe yên leşkerî kirin.

Artêşa Tirk, her wiha 10 maşîneyên din ên leşkerî û lojistîk di dergeha Xirbit El-Coza ya Rojavayê Idlibê re derbasî Rojavayê Cisir El-Şixûr kirin.

Bi vê yekê, jimara giştî ya maşîneyên leşkerî ji destpêka Adarê de û heya niha, dibe 4 hezar û 600.

Back to top button