Çalakvanên Hewlêrê: Bêdengî û bêhelwestiya Hewlêr û Bexdayê, metirsiyê zêdetir dike

Çalakvanên navçeya Soran û Rewandiz ên Hewlêrê diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Çalakvanan da xuyakirin ku êrîşên Tirkiyê li gorî plangeriyeke navneteweyî tên kirin, bêdengiya hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê rê li ber vê yekê vedike.

Çalakvanan da zanîn ku ji bo Tirkiyê rê hatiye vekirin, lewre li gorî kêfa xwe êrîş û bombebaranan dike.

Çalakvanan diyar kir ku bêdengî û bêhelwestiya Hewlêr û Bexdayê, metirsiyê zêdetir dike.

Çalakvanên Hewlêrê ji bo rêgirtina li pêşiya dagirkeriyê, bang li azadîxwaz welatparêz, aliyên siyasî kir ku zextê li hikumetê bikin, da ku sînorek ji dagirkeriyê re bê danîn.

Back to top button