DI SER ŞEHADETA 3 JINÊN KURD 5 SAL DERBAS BÛ

Îro salvegera Komkujiya Parîsê ye.

Beriya vê bi 6 salan, li ser fermana serok-komarê Tirk Erdogan û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan, jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin.

Kanûna sala 2012’an li hemberî bilindbûna têkoşîna azadiya Kurdistanê, hukûmeta Tirk çû Îmraliyê û li ger Rêber Abdullah Ocakan hevdîtin pêk anî.

Li pey vê yekê, rêzehevîdtina di navbera Ocalan, HDP û dewletê de dewam kirin.

Ev hevdîtin li nava raya giştî weke destpêkirina pêvajoya çareseriya aştiyane hat binavkirin.

Dewleta Tirk li aliyekî hevdîtinê dikirin, li aliyê din jî li pey hewldanên tinekirina tevgera azadiya Kurdistanê bû.

Rêber Ocalan ê ev yek ji roja pêşî dît, ji bo wê pêvajoyê wiha gotibû:

Ji bo hurmet û rêzdariya li şehîdan, ji bo pêkanîna hesret û daxwazên wan, em dest bi pêvajoyeke çareseriya demokratîk dikin.

Ji xwe wê demê ti niyete ber biçav a Erdogan û rêjîma AKP ji bo çareserkirin pirsgirêka Kurd xuya nedikir.

Lewma projeya wan a rêbaza Srî Lankaya ku ji bo tinekirina tevgera Kurd sala 2011’an destpêkir û biser neke, careke din ket dewerê.

Vê carê jî arman jiholêrankirina pêşengê tevgerê bû.

Dewleta Tirk a nekarî vê armanca xwe li çiyayên Kurdistanê pêk bîne, Ewrûpa û bi taybet Fransa weke navenda êrişa xwe pêşî diyar kiribû.

Tetîkêşê û kujerên Mîta Tirk ji bo pêkanîna komkujiyeke mezin li paytext Parîsê ketin nava liv û tevgerê.

Roja 9’ê Çileyê sala 2013’an bi fermandar Erdogan û Hakan Fîdan li Navenda Înformasiyên a Kurdistanê komkujî pêk hat.

Ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz, ji berpirsyarên dîplomasiya Kurd a li Ewrûpayê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez di vê êrişê de hatin kuştin.

Di serî de Ewrêpa, li seranserê Kurdistanê bi sed hezaran Kurd li dijî vê komkujiyê daketin meydanan û xwestin hesab ji kujeran were pirsîn.

Rêveberên tevgera azadiya Kurdistanê, komkujiya Parîsê weke deqeke reş li eniya Fransayê hatiye xistin binav kirin.

Lewma tevî ku di ser komkujiyê re 6 sal derbas bûn jî heta niha hukûmet û dadgeriya vî welatî ti gavê berbiçav neavêtine.

Di çarçoveya berjewendiyên Tirkiyê û Fransayê, ji bo di ser komkujiyê re were girtin hewldan zêde bûn.

Têtikkêş Omer Guney û kujerê hersê jinên Kurd, Omer Gunayê ji bo li hin rastiyan mukir neyê, li zindaên hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button