Ermenistanê daxwaz ji UNESCO kir ku cihên dîrokî yên li Tirkiyê biparêze

Piştî Erdogan bi biryarekê û bi hêsanî muzexaneya dîrokî Aya-Sofya veguherand mizgeftê. Ermenistanê daxwaz ji UENSCO’yê kir ku çavdêriyê li cihên dîrokî yên li Tirkiyê bike.

Piştî biryara veguherandinê,Wezareta Derve ya Ermenistanê got:

“Divê teqez çavdêriyeke navneteweyî li ser cihên dîrokê yên Tirkiyê were kirin.”

Ermenistan ji UNESCO’yê xwest ku cihên dîrokî yên li Tikriyê, taybet cihên xwedî giringiyeke cîhanî, biparêze.

Berdevka Wezareta Derve ya Ermenistanê Ana Nigdalyan ragihand ku Ermen ji vê biryara deshilata Tirkryê bi-fikar in û got:

“Ev biryareke tirsnak e di aliyê guherandina armanc û wateya cihên cîhanî yên di lîsteya UNESCO’yê de.

Em ê li ser pêwîstiya hebûna çavdêriyeke navneteweyî li Tirkiyê teqez bikin da ku cihên dîrokî yên li wir werin parastin.”

Ev biryara Erdogan, ne tenê ji aliyê Ermenistan, ji aliyê Yûnanîstan, DYA, Yekîtiya Ewropa, Rûsya û gelek welat û kesayetan ve, hat şermezarkirin.

Back to top button