Dimenên ku ji Herêmên Parastinê yên Medyayê tên jî rastiya têkçûna dagirkeriya dewleta tirk a li kurdistanê nîşan dide.
Gerîla TV dîmenê çalakiya 22’ê Gulanê ya li Girê Lêlîkanê ya li herêma Xakurkê ku 4 leşkerên dewleta tirk hatibû kuştin weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî bi raya giştî re parve kiribû.
22’yê Gulanê gerîlayên YJA-Starê li Girê Lêlîkanê yê herêma Xakurkê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistin.
Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên dagirkeran ên li ser gir hatin xistin, çeper bi temamî hate rûxandin.
Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin.