Jimara miryên keştiya li gola Wanê derket 12’an

Hejmera kesên di kêştiya li Gola Wanê noqî avê bû de mirin, derket 21’an.

Di xebatên 16 rojin dewam dike de du cenazeyên din îro hatin dîtin.

 

Cenazeyên penaberên di kêştiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, yek bi yek ji avê tên derxistin.

Heta niha cenazeyê 13 penaberan li ser avê hatin dîtin û 6 jê ji kêştiyê hatin derxistin.

Di encama xebatên hatin kirin de, îro jî cenazeyê du kesên din ji avê hatin derxistin.

Cenazeyên hatin derxistin, li Saziya Tipa Edlî (ATK) tên girtin.

Ji bo derxistina cenezayê penaberan xebatên lêgerînê dewam dikin.

27’ê Hezîranê Keştiya di Gola Wanê de ket rê û piştre noqî avê bû, li nêzî Girava Çarpanakê 107 metre di kûrahiya avê de hatibû dîtin.

Back to top button