Îlham Ehmed: Di civînên Astanayê de parçekirina axa Sûriyê tê nîqaşkirin

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed rewş û geşedanên dawî li herêmê û bi taybetî li Sûriyê nirxandin.

Îlham Ehmed civîna astanayê bi bazara li ser gelên Sûriyê binav kir û got,

Piştî civîna dawî êrîşên dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê li ser Eyn Îsayê zêde bûne.

Derbarê Idlibê jî diyar kir ku amadekariya şerekî mezin tê kirin.

 

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed rewş û geşedanên dawîn li herêm nirxand.

Îlham Ehmed balkişand ser polîtîkayên dewletên qaşo ji şerê li Sûriyê re garantor in û wiha got:

Civînên Astanayê ji bo parvekirina serweriya hêzên garantor Rûsya, Tirkiye û Îran tên lidarxistin.

Di encamê de guhertina demografîk û pêleke mezin ji koçberiyê pêk tên.

Di navbera aliyên Astana de bi navê ‘herêma kêmşer’ xaka Sûriyê tê parçekirin û wiha dewam kir;

Civîna dawî ya Astana di vê çarçoveyê de hat.

Lê piştî her Astanayê Tirkiye beşeke axa Sûriyê dagir dike.

Di vê civîna dawîn de Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ku aramiya xwe pêk aniye, weke hedef nîşanî Tirkiyê kirin.

Jixwe piştî vê civînê li Eyn Îsa êrîşên Tirk zêde bûne.

Her roj bombebaran hene û di pêvajoya dawî de bi piranî amûrên hewayî yên bêmirov ên Tirkiyê digerin.

Îlham Ehmed: Li Idlibê gelek berjewendiyên navdewletî rastî hev tên û ne tenê di destê Tirkiyê de ye

Îlham Ehmed derbarê geşedanên li Idlibê de jî diyar kir ku hebûna li Idlibê ne tenê mijara Tirkiyê ye û wiha dewam kir:

Bandoreke mezin a Yekîtiya Ewropa û Amerîka jî li ser geşedanên Idlibê heye.

Ji ber vê yekê hêzên hikûmeta Şamê bi desteka Rûsya û Îranê zû nikarin Idlibê kontrol bikin.

Heke li Idlibê şerekî mezin dest pê bike, wê hejmareke mezin ji şêniyên deverê penaber bibin.

Tirkiye ji xwe penaberan li ser Ewropa weke amûreke zextê bi kar tîne.

Ji ber vê yekê Ewropa naxwaze şer li Idlibê derkeve.

Niha li Idlibê agirbest didome lê heta kengî wê wiha bidome ne diyar e.

Li Idlibê amadekariya şer yên hemû aliyan heye.

Back to top button