Kazimî:Ji bo rawestdandina êrîşên Tirkiyê wê diyalog bidomin

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî derbarê êrîşên domdarê yên dewleta Tirk ser xaka Iraqê got ku wê diyaloga diplomasî bi Tirkiyê re bidomin.

Di civîna Meclisa Wezîran ya Ewlehiya Netewî ya Iraqê ku serokwezîr Mustefa Kazimî serokatiya wê kir êrîşên Tirkiyê yên domdar ser xaka Iraqê hat nîqaşkirin.

Mustefa Kazimî êrîşên Tirkiyê ser xaka Iraqê weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir.

Kazimî teqez kir ku ji bo rawestandina van binpêkirinan wê bi Tirkiyê re diyaloga diplomasî bidomînin.

Beriya çend rojan jî, Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir ku êrîşên li ser bakurê Iraqê sorkirineke eşkere ye û hikûmeta Iraqê vî tiştê red dike.

Wezareta gotibû ku ji bo pêkanîna zextê li ser Tirkiyê, hemû kartên çavkaniya enerjiyê li ber destê wan e û ger bi rêya siyasî alozî nehat çareserkirin, wê serî li van kartan bidin.

Back to top button