HAMAS: 45 HEVKARÊN ÎSRAÎLÊ HATIN GIRTIN

Tevgera Hamasê ku Herêma Xezayê kontrol dike, ragihand ku bi dehan kes bi îdîaya “hevkariya bi Îsraîlê re kirine”, hatine girtin.

Li gorî îdîayên Hamasê, yekîneyên taybet ên Îsraîlê bi alîkariya ‘ajanên’ xwe yên Fîlîstînî roja 11’ê Mijdara 2018’an ketin nava bajarê Xezayê.

Di vê hewldanê de leşkerekî Îsraîlê û 7 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dabûn û hewldan bi ser neketibû.

Rêveberiya Hamasê jî wêneyên 8 endamên hêzên taybet ên Îsraîlê yên tevlî operasyonê bûbûn, weşandibû.

Hamasê wiha diyar kir: bi îdîaya ku di ‘bûyera’ 11’ê Mijdarê de ku ‘Ji Îsraîlê re xebitîne’ 45 kes hatine girtin.

Leave a Reply

Back to top button