Enwer Muşrif: Biryara derbaskirina alîkariyê di Bab El-Hewa re sûcên Tirkiyê rewa dike

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Muşrif diyar kir ku biryara derbaskirina alîkariyan di deriye Bab El-Hewa re, sûcên Tirkiyê rewa dike û rê dide pêkanîna sûcên şer yên li Sûriyê.

Konseya Ewlekariyê ya NY’yê beriya 2 rojan ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê, biryar da ku deriyê Bab El-Hewa ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, were vekirin.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Muşrif derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî ev biryar wekî rewakirina sûcên Tirkiyê yên li Sûriyê bi nav kir

Muşrif got:

“Li şûna ku civaka navnetewî hesab ji Tirkiyê bixwaze, bi vê gavê dagirkerî û sûcên şer ên dewleta Tirk rewa dike û rêya alîkariyan jê re vedike.

Bi vê biryarê, wê aliyên mirovî têk biçin û wê kamyonên alîkariyên mirovî û tenduristiyê bikevin depoyên komên çeteyan.

Bi vê biryarê jî, eşkere bû hêzên navneteweyî rasterast piştgiriyê didin sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî mîna Serê Kanî, Girê Spî û Efrînê.”

Enwer Muşrif: Civaka Navnetewî li şûna piştgiriyê bide koçberan piştgiriya sûcdaran dike

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku li şûna Deriyê Til Koçer ji bo alîkariya bi sed hezaran koçberan bihata vekirin, deriyê Bab El-Hewa hate vekirin.

Enwer Muşrif got;

“Ev biryar jiyana bi sed hezaran koçber li herêmên Rêveberiya Xweser ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçber bûne, xistiye xeteriyê.

Diviyabû civaka navneteweyî alîkarî bida wan koçberan û piştgiriya dewleta Tirk a ku bi sed hezaran kes koçber kirine, nekiriba.”

Back to top button