37 Malên fihûşê li Efrînê hatine vekirin

Li Efrîna dagirkirî roj bi roj kirinên kirêt zêdetir dibin û heya niha dewleta Tirk 37 malên ‘Fihûşê’ li Efrînê vekirine. Çeteyên dewleta Tirk jî jiyan li gundê Enqelê kirine dojeh.

 

Li dijî çand û nasnameya şêniyên Efrînê, rojane kirinên derexlaqî yên dewleta Tirk û çeteyên wê tên kirin.

Dewleta dagirker heya niha 37 malên fihûşê li Efrînê vekirine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî, ev yek belge kir û teqez kir ku 10 mal li taxa Mehmudiyê, 20 li Eşrefiyê û 7 jî li taxa Zêdiyê yê navenda bajêr hatine vekirin.

37 malên fihûşê

10 li taxa Mehmûdiyê

20 Eşrefiyê

7 jî li taxa Zêdiyê

Rêxistinê her wiha da zanîn ku malên fihûşê, bi çavdêriya dewleta Tirk tên birêvebirin.

Li aliyê din, heman rêxistinê eşkere kir ku, berî vê bi demekê jî ji ber ciwanekî Kurd destavêtina li malbata xwe nepejrandiye, çeteyên dewleta Tirk ew revand.

Dadgeheke dewleta Tirk jî cezayê heta bi hetayî li ser wî ciwanî birî.

Her wiha li gundekî Efrînê, çeteyekî dewleta Tirk bi armanca destavêtina li keça Mixtarê gund, êrîşî mala wî kir.

 

Çeteyan gundê Enqelê yê Şiyê veguherandiye zindaneke mezin

Çeteyan her wiha, gundê Enqelê yê navçeya Şiyê veguherandiye zindaneke mezin.

Li gorî malpera Afrîn Post, çete tevgera şêniyan kontrol dikin, tenê bi belgeyeke nivîskî ku ji navenda çeteyan tê muhrkirin, şênî dikarin ji gund têkevin û derkevin.

Malperê da zanîn ku bi erêkirina çeteyan, dema serlêdana li cem şêniyên gund, tenê 2 saet diyar kirine.

Back to top button