Nivîsgeha Parastinê: Em kesên jêr 18 salî nabin erxa xwe parastinê

Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê îdîayên biçekkirina zarokan derewand û diyar kir ku ev îdîa ji rastiyê dûr in.

Nivîsgehê dazanîn ku bi van propagandayên reş tê armanckirinjê destketiyên ku bi xwîna şehîd û ciwanan hatiye bidestxistin ji holê rakin.

 

Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên derbarê biçekirina zarokan de da û got:

“Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeyman û lihevkirinên ku bi civaka navnetewî re îmze kiriye, pêk tîne.

Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qanûna erka xweparastinê heye, ku madeya 14`an a qanûnê erka leşkertiyê li ciwanên di bin 18 saliyê re qedexe dike.

Rêveberiya Xweser kesên di jêr 18 salî de nabe erka xwe parastinê.

Nivîsgehê bi çekkirina zarokan bi destê dewleta Tirk ji bo Lîbyayê bide şer kirin bi bîr xist û got:

“Qaşo kes an jî aliyên ku xwe wek parêzvanên mafên mirovan bi nav dikin li şûna ku ev kiryarên dewleta Tirk bibîne, eşkere bike ji bo reşkirina Rêveberiya Xweser derew û tewanbariyan belav dikin.”

Back to top button