356 Çete bi 2 firokeyên Tirkî gihiştin Misratayê

Li gel gefên dewleta Tirk ku ew ê şerekî li bajarê Sêrtê yê Lîbyayê bide destpêkirin, 2 balafirên Tirkî ku 356 çete tê de bûn, gihaştin Misratayê.. Artêşa Niştimanî jî teqez kir ku ew ê bi her awayî êrîşên dewleta Tirk li ser Sêrtê bişkînin.

 

Dengê şerekî nû ji Lîbyayê tê bihîstin, nemaze piştî hatina hejmareke nû a çeteyên dewleta Tirk..

Çavkaniyên Lîbî eşkere kir ku di çend seatên borî de, 356 çete bi rêya 2 firokeyên Tirkî gihiştin balafirgeha Misratayê.

Mismarî: Em amade ne dagirkeriya Tirk li Lîbyayê bi dawî bikin

Li ser vê jî, îro berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku ew amade ne hemû êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarên Sêrt û Cefrayê bişkînin û dagirkeriya Tirkiyê li Lîbyayê bi dawî bikin.

Ehmed Mismarî eşkere kir ku dewleta Tirk heta niha 17 hezar çeteyên Sûrî veguhastine Terablusê û ew bi çek kirine.

Back to top button