Polîsan bi ser şaredariya HDP’ê ya Giyadînê de girt

Faşîzma AKP’ê li dijî vîna gel darbeyê dike.

Polîsên AKP’ê bi ser avahiya şaredariya Giyadîn ya Agiriyê de girt û hevşaredar Betul Yaşar binçav kirin.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûxan Olûç nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got:

Desthilatdarî ne tenê dijminê şaredariyên HDP’î, di heman demê de dijminê şaredariyan e yên ji bo jinan kar dikin.”

 

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, polîsên Tirk bi ser avahîya şaredariya Giyadînê ya bi ser bajarê Agirîyê de girt û Hevşaredar Betul Yaşar binçav kirin.

Hat ragihandin ku polîsan hevşaredar Betul Yaşar birine mudurîyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Hate ragihandin ku du kesên din jî hatine binçavkirin.

Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê diyar kir ku polîsan deriyê şaredariyê şikand, dora avahiyê girtin û nehiştin kes têkeve avahiyê.

Olûç: Êrîşa li dijî şaredariya giyadîn dijminatî ye

Li dijî planên faşîzma AKP’ê ya darbeya li dijî gel, Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bertek nîşan da.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûxan Olûç li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.

Olûç binçavkirina Hevşaredara Giyadînê ya HDP’yî Betul Yaşar bi bîr xist û diyar kir ku ev yek amadekariya ji bo wezîfedarkirina qeyûm e.

Olûç got,

“11 şaredariyên me mabûn, em zanin ku wê qeyûm li wan jî bi cih bikin.

Çima êriş birin ser Şaredariya Giyadînê?

Ji ber ku li Şaredariya Giyadînê hefteyên dawî ji bo gel û jinan karên gelekî kêrhatî tên kirin.

Hefteya derbasbûyî bazara kedê ya jinan hatibû vekirin.

Ev yek ne tenê dijminatiya li şaredariyên HDP’î ye, di heman demê de dijminatiya li şaredariyan e ku ji bo jinan kar dikin.
Bi cih kirina qeyûm dixwazin xebatên jinan ji holê rabikin.”

Back to top button