Îro “YE” ji bo zelakirina têkiliya xwe bi Tirkiyê re dicive

Ji bo têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re zelal bike, îro Yekîtiya Ewropayê civînekê li Brukselê li dar dixe.

 

Wezîrê derve yê YE Josep Borrell diyar kir ku di dema heyî de, têkiliya wan bi Tirkiyê re ne gelekî baş e.

Ev daxuyanî di wextekî de hat ku dibe îro têkiliyên navbera YE û Tirkiyê aloziyekê çêbikin.

Beriya civînê, wezîra derve ya Swêdê jî axivî û anî ziman ku wê YE nebûna demokrasî û binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyê nîqaş bike.

Li gorî hinek çavkaniyên diplomatîk jî, wê civîn mijara binpêkirina serweriya welatên endam ji aliyê Tirkiyê ve û destwerdana wê ya leşkerî ji Lîbya heya bi Kurdistanê deyîne ser masaya nîqaşê.

Welatên Ewropayê berpirsyariya têkçûna van têkiliyan, li binpêkirina dewleta Tirk ji serweriya Yûnanistan û Qibirsê û binpêkirina biryara qedexekirina şandina çekan bo Lîbyayê vegerandin.

Back to top button