HPG: Li Xantûr, Girê Qertel, Dola Bizina 31 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê her roj derbên giran li artêşa dagirker ya ku dixwaze Heftenînê dagir bike, didin.

HPG’ê ragihand ku li Girê Qertel, Xantûr û Dola Bizina, Girê Şehîd Bîrhat û Girê danînê yên Heftenînê 31 leşkerên Tirk hatin kuştin.

 

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de bi çalakîyên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapeneniyê ya HPG’ê ragihand ku çalakiyên gerîla yên li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike û ev agahî parve kir;

“11’ê Tîrmehê leşkerên Tirk xwestin ber bi Girê Şehîd Bîrhat û Girê Qertel yê girêdayî Bektorya pêş ve bên. Hêzên me ev yekîne xistine kontrolê û li dijî dagirkeran rêze çalakî kirine. Di 3 çalakiyên cihê de ku li yekîneya dijmin da, bi qasî hate zelalkirin 7 leşker hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Hêzên me heman rojê li devera Girê Qertel û Şehîd Bîrhat li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de16 leşker hatin kuştinû 5 jî birîndar bûn.

12’ê Tîrmehê dagirkerên ku xwestin ji devera Xantûr ber bi Dola Bizina û Girê Danînê bi pêş ve bên, hêzên me ji 3 baskan ve li vê yekîneya dijmin xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Dema ku dijmin xwest ji qadê vekişe cara duyem bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de jî 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.”

Di şer û bombebarana li devera Girê Qertel û Şehîd Bîrhat qewimî de hevrêyên me Evîn û Bahoz şehîd bûne.”

HPG’ê li ser şerê li Peyîzava ya Wanê jî wiha got:

“Artêşa Tirk ya dagirker 2’yê Tîrmehê li navçeya Peyîzava ya Wanê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiribû. Di navbera artêşa Tirk ya bi desteka helîkopteran xwestin leşkeran danin û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Welat, Kendal û Azad ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, şehîd bûne.”

Back to top button