Jimara kesên mirî li gola Wanê derket 29’an

Ji keştiya penaberan a li Gola Wanê noqî avê bûbû bîlançoya miriyan zêde dibe.

Piştî derxistina 3 cenazeyan, jimara penaberên mirî gihişt, 29’an.

 

Di xebatên lêgerîna cenazeyan ku 17 roj in didome de, îro jî serê sibehê cenazeyê 3 koçberan ji keştiyê hat derxistin.

Bê vê daneyê re, jimara kesên ku di kelekê de jiyana xwe ji dest dane derket 29’an.

Her sê cenaze ji peravê, birin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.

27’ê Hezîranê keştiya ku di navbera 70-80 penaber têdebûn, nêzî girava Çarpanaxê ya Gola Wanê noqî avê bûbû û piştre di kûrahiya 107 metreyan de hatibû dîtin.

Back to top button