Di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de şer didome, 4 leşker mirin

Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şer careke din ber bi gurbûnê ve diçe. Di nava 24 saetên dawiyê de 4 leşker hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku îro Azerbaycanê careke din bi obusan êrişî nuqteyên wan kiriye.

Her du aliyan bi şev heta nava rojê herêmên hev topbaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî got, hêzên wan ti ziyan ne dîtine.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan li Desteya Wezîran axivî û diyar kir ku wê “Provokasyon bêbersiv nemînin.”

Wezîrê Parastinê Davîd Tonoyan jî ragihand ku dema pêwîstî pê hebe, hêzên wan amade ne ku “nuqteyên li xaka dijmin bigirin.”

Ermenistan û Azerbaycan ji destpêka salên 1990’î û vir ve li ser herêma Karabagê ku piraniya wê ya Ermeniyan e, şer dikin.

Di şerê dijî Azerbaycanê de derdora 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Ev şer sala 1994’an bi agirbestê bi dawî bû.

Şerê di navbera aliyan de duh li herêma Tavûşê derketibû.

Back to top button