Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê -PAJK’ê dazanîn ku çawa faşîzma darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê bi berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê têk çû wê faşîzma AKP-MHP’ê jî bi berxwdana şopdarên 14’ê tîrmehê têkbiçe.
Koordînasyona PAJK’ê bi boneya 38’emîn salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke da.
PAJK’ê di daxuyaniya xwe de kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mihemed Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ên 14’ê Tîrmeha 1982’an ên berxwedana rojiya mirinê dabûn destpêkirin bibîr anî û got:
“Kemalan, Xeyriyan, Akîfan, Elîyan di 14’ê Tîrmehê de bi bedena xwe li ber xwe dan, dîroka şoreşa Kurdistan û Tirkiyê de derbasî qonaxekî nû kirin.
Rêya têkoşînê nîşanê me dan, Rêber Apo jî ala berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê bilind kir û vegerand çalakiya berxwedana 15’ê Tebaxê.
Faşîzma darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ku qanûn, artêş, polîs, sîstema perwerdehiyê û edalet teslîm girtibûn û Esad Oktay ku digot qanûn ezim li beramberê vîna 4 têkoşeran têkçûn.”
PAJK’ê dazanîn ku îro heman hişmendî di şexsê faşîzma AKP-MHP’ê de dixwaze bi faşîzma kesk a ku xwe dispêre senteza Tirk-Îslam û îxwanî muslîman civakê teslîm bigre.
PAJK’ê diyar kir ku îro rejîma AKP-MHP’ê bi êrîşên faşîst dixwaze Kurdistan, Sûriye, Yemen, Lîbya, Qibris, Sûdan û li gelek welatan dagirbike û got;
“Ev rejîm tiştên ku rejîma 12’ê îlonê nekiriye dike.
Êrîşê li ser civak, xak, av, hewa, kedê û jinê dike.
Divê ti jin vê ji bîr neke; dema ku em ax, av, hewa û keda xwe biparêzin, em ê bikarin xwedî li berxwedan û azadiya xwe jî derkevin
Rejîma AKP’ê-MHP’ê dijminê dîrok, civak, jin, hemû başiyê, xwezayê, edalet û azadiyê ye. Dijminê her ferdekê ye ku nikaribe teslîm bigire.”
PAJK’ê li dijî faşîzmê biryardariya xwe ya bilindkirina têkoşînê dubarekir û bang li hemû beşên civakê, taybet jinan kir ku di xeta Kemalan, Xeyriyan, Akîfan, Mezlûman, Sarayan li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bilind bikin.