QSD û Rûsyayê 7 roj dem dan hêzên hikûmeta Şamê ku ji gundê Mensef derkevin

Hêzên hikûmeta Şamê yên li Til Temirê ev demek di nava hewildanên derxistina tevlîheviyan de ne.

Hêzên Rûs û QSD’ê 7 roj dem dan hêzên hikûmeta Şamê, da ji gundê Mensef yê Til Temirê derkevin.

Ev yek piştî astengkirina dewriyeya hêzên DYA’yê ji aliyê hêzên hikûmetê ve pêk hat.

 

Berî 2 rojan, hêzên hikumeta Şamê dewriyeke hêzên DYA’yê li gundê Mensef ê 6 km dikeve rojhilatê navçeya til temrê sekinand, gule reşandin û mayîn li ser rêya giştî çandin.

Li ser banga hêzên DYA’yê, Meclisa Leşkerî ya Til Temirê mudaxele kir û nehişt di navbera herdu aliyan de şer derkeve.

Duh di navbera QSD’ê, hêzên Rûs û hêzên hikumeta Şamê de civînek li baregeha Rûsyayê ya li “Mebaqir” pêk hat.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dane, hêzên Rûsya û QSD’ê 7 roj dema dane hêzên hikumetê da ku ji gundê Mensef vekişe û nuqteyên xwe yên di nava sivîlan de ava kirine, rakin.

Çavkaniyên ji gundên ku hêzên hikumetê lê hene diyar kirin ku hêzên hikumeta Şamê, şêniyan neçar dikin li dijî dewriyeyên DYA’yê derkevin.

Di civînê de ji hêzên hikumeta Şamê hate xwestin ku sivîlan li deverên xetên temasê asteng nekin. Ger pirsgirêk derketin, Buroya Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar bikin da ku li ser bisekine.

Çavkanîyan destnîşan kirin ku hêzên Rûsyayê piştgirî da biryarên QSD’ê û diyar kir ku hêzên hikumetê hemû biryar erê kirine.

Back to top button