Waliyê Silêmaniyê: Me nerazîbûna xwe gîhandiye Tirkiyê

Her çiqasî hikumeta herêma başûrê kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a xaka başûrê Kurdistanê helwestek berbiçav nîşan de ne dabe jî lê şênî di her fersendê de helwesta xwe diyar dikin.

Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir got, li ser êrîşên dewleta tirk wan nerazîbûna xwe gihandine rayedarên dewleta Tirk.

 

Dr. Heval Ebubekir diyarkir ku ew bi konsolosê dewleta Tirk yê li Herêma başûrê Kurdistanê re axiviye û nerazîbûna xwe ya derbarê êrîşan de ji wan re ragihandiye.

Ebubekir got;

Em naxwazin şer li vê herêmê hebe û naxwazîn welatiyên sivîl bibin qurbanî.

Li Kerkûk û Silêmaniyê kampanyaya îmzeyan dewam dike

Li bajarê Kerkûk û Silêmaniyê, kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker dewam dike.

Şêniyên her du bajaran eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê didin û piştgiriyê dikin.

Hunermend û nivîskaran jî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide Kurdan têk bibe, beşek ji partiyên Kurdan jî alîkariya wan dikin.

Back to top button