Dewleta Tirk 340 zarok jî di nav de, hejmarek mezin ji çeteyan şand Lîbyay

Dewleta Tirk şandina çeteyan ji Sûriyê ji bo şerê Lîbya didomîne. Heta niha 340 zarok hatine şandin.

Li aliyekî din şandina çeteyên Sûrî bo şerê Lîbya berdewam e.

Têkildarî wê, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dagikeriya Tirkî komeke din ji çeteyan şandin Lîbya.

Li gorî çavdêriyê heta niha bêtirî 16100 çete di nav de 340 zarok derbasî şerê Lîbya bûne.

Li Xutayê çekdarên nenas zarokeke 15 salî li pêşiya dayîka wê revand

Li herêmên hikûmeta Şamê jî ewlehî nemaye, ji ber vê yekê revandina zarokan normal bûye.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku îro li bajarê Seqbe yê Xûtaya Rojhilat a gundewarê Şamê keçek hat revandin.

Li gorî Çavdêriyê duh keça 15 salî bi dayîka xwe re li nava kolanên bajêr digeriya.

Çekdarên nenas bi otomobîleke ji cureya Van keçik li pêşiya çavên dayîka wê û şêniyên bajêr revand û bir cihekî nenas.

Back to top button