Istixbarata Tirkiyê li Efrînê ji bo çeteyan bişîne Yemenê buroyek vekir

Xuyaye ku Istxbarata dewleta Tirk hewl dide Senaryoya Lîbiyayê li Yemenê dubere bike

li Bajarê Efrînê yê dagirkirî, Istixbarata dewleta Tirk ji bo kesên dixwazin bi partiya El-Islah ya Ixwan El- Mislimîn tevlî şerê Yemenê bibin buroyek vekirin.

Çavkaniyên herêmî eşkere kirin ku istixbarata Tirkiyê li bajêra Efrînê ya dagirkirî ji bo tevlîkirina di şêrê Yemenê de buroyek vekir,

Çavkaniyên herêmî diyar kir kesên ku dixwazin biçin Yemenê navên xwe tomar dikin.

Her weha ji partiya Islah ya Yemenî 5500 dolar weke mûce wê bistînin.

Tirkiye di vê dema dawî de bi rêya Ixwan El-Mislimîn ya li Yemenê ya bi nunertiya partiya El-Islah ya ku tê gotin li ser Hikumeta Yemenê serwer e, plan û lîstikan dike.

Back to top button