Tirkiyê careke din piştgiria xwe bi hikûmeta Wîfaq ya Lîbî re nîşan da

Tirkiyê careke din piştgiria xwe bi hikûmeta Wîfaq ya Lîbî re nîşan da û ji bo helwestên dijber dev avêt Fransayê.

Ji aliyê din, Fransa, Rûsya, Tûnis û Cezayîrê nerazîbnûnên xwe yên derbarê destwerdana li xaka Lîbyayê de nîşan dan û banga çareseriya siyasî kirin.

Misirê jî diyar kir ku ewlehiya Lîbyayê ewlehiya wan e û bajarên Sirte û Cefra jî xetên sor in.

Herî dawî wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoğlu piştgiriya xwe careke din bi hikûmeta Wîfaqê re anî ziman.

Çavuşoğlu dev avêt Fransayê û got:

“Ewropa bi ferizkirina qedexeya şandina çekan ji bo Lîbyayê, di rastiya xwe de cezeyan davêje ser hikûmeta rawa ya li Terablusê.
Fransayê jî ji dêla ku bi Tirkiyê re alîkar be, piştgiriyê dide Xelîfe Hefter û bi idîayên derew jî Fransa xwe ji operasyonên NATO’yê yên di Deryaya Spî de vekişand.”

 

Fransa jî careke din li ber destwerdana Tirkiye ya li Lîbyayê rabû

Fransa jî careke din li ber destwerdana Tirkiye ya li Lîbyayê rabû û diyar kir ku Artêşa Niştimanî roleke girîng di şerê li dijî DAIŞ’ê de lîstiye.

Cezayîr, Tûnis û Rûsayê banga çareseriya siyasî ji bo Lîbyayê kir

Serokkomarê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebûn bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi riya telîfonê axivî û derbarê rewşa Lîbyayê de axivîn.

Herdu aliyan li ser hevkariya xwe ji bo vegera ewlehiya Lîbyayê teqez kir û li ser çareseriya siyasî ji bo Lîbyayê destnîşan kir.

Her wiha Wezîrê Derve yê Cezayîrê Sebrî Bûqadûm bi hempîşeyê xwe yê Tûnisê Nuredîn El-Reyî re li Tûnisa paytext civînek pêk anî.

Herdu aliyan banga bidawîkirina destwerdanên derve li Lîbyayê kir û banga diyalogan navbera herdu aliyên şer kir.

Misir: Ewlehiya Lîbyayê jî ji ewlehiya me ye.

Yek ji welatê ji destwerdana Tirkiyê li xaka Lîbyay bi hêrs e, Misir e.

Serokê Komîteya Parastin û Ewlehiya Netewî di Parlamana Misirê Lîwa Kemal Amir di axaftineke xwe ya ji çapemeniyê re got:

“Em weke artêşa Misirê dikarin li pêşiya hemû pêşbaziyan bisekinin û ewlehiya xwe biparêzin.

Ewlehiya Lîbyayê jî ji ewlehiya me ye.”

Lîwa Kemal Amir diyar kir ku destwerdanên derve li xaka Lîbyayê komên teror bihêz dike û diyar kir ku bajarên Sirte û Cefra yê Lîbyayê xetên sor in.

Back to top button