YE bang li Tirkiyê kir ku şandina çekan ji bo Lîbyayê rawestîne

Di civîna ku duh YE ji bo zelalkirina têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re li dar xistibû de, Yekîtiyê diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û bang li Tirkiyê kir ku şandina çekan ji bo Lîbyayê rawestîne. Di civînê de, derbarê binpêkirinên wê li Deryaya Spî jî, Yekîtiyê birîna cezayan li Tirkiyê nîqaş kir. 

Tevî cîhan tevde dizane dewleta Tirk qanûnên navneteweyî li pêşberî çavên wê binpê dike, lê dîsa jî bêdeng e û tenê bi gotinên li ser kaxezan û bi awayekî nerm helwesta xwe nîşan dide..

Duh YE ji bo têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re zelal bike, civînek li Brukselê li dar xist.

Derbarê encama civînê de, wezîrê derve yê YE Josep Borrell axivî û eşkere kir ku endamên Yekîtiya Ewropayê bang li Tirkiyê kiriye ku şandina çekan ji bo Lîbyayê rawestîne û li gorî biryarnameyên navdewletî tev bigere.

Parlamena Lîbî jî Tirkiyê bi şkandina biryarên Konseya Ewlehiyê tawanbar kir û got:

Hebûna komên çete li Lîbyayê, fikaran çêdike û ew li benda Ewropayê ne ku helwestên tûj li dijî Tirkiyê nîşan bide.

Wezerê derve yê Almanyayê Heiko Maas jî teqez kir ku refterê Tirkiyê li ser asta herêmî nayê qebûlkirin û anî ziman ku nabe bi ti awayî Lîbya veguhere Sûriyeke din û di navbera Rûsya û Tirkiyê de were dabeşkirin.

Ji bo siyasetên wê li Deryaya Spî, “YE” cezakirina Tirkiyê jî nîqaş kir

Wezîrê derve yê YE her wiha da zanîn ku binpêkirinên dewleta Tirk li Deryaya Spî jî hatin nîqaşkirin ku dibe Yekîtî cezayan li Tirkiyê bibire.

Piştî civînê, Wezareta derve ya Fransayê jî daxuyaniyek da û teqez kir ku welatên Ewropayê destekê didin Qibirs û Yûnanistanê li dijî siyasetên Tirkiyê.

Back to top button