Dewleta Tirk şaredariya Giyadînê jî desteser kir

Wezareta Karên Navxweyî ya dewleta Tirk, qeyûm li Şaredariya HDP’î ya navçeya Giyadîn a bajarê Agiriyê bi cih kir. 

Piştî Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar hatibû binçavkirin, polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kiribû..

Bi dorpêçê re jî, ketibûn hundirê avahiyê û tam 5 saetan lêgerîn pêk anîbû.

Piştî lêgerînê, polîsan deriyên odeyên şaredariyê hemûyan qefilandibû.

Piştî lêgerîn bi dawî bû hat diyarkirin ku qeyûm li Şaredariyê hatiye bicihkirin û ew bixwe jî Qeymeqamê Navçeya Giyadîn Hasan Dogan e.

Back to top button
Close
Close