Bi dîmen..Afrin Post: Bêhtirî 8 hezar darên zeytûnan hatin şewitandin

Dewleta Tirk bêhtirî 8 hezar û 300 darên zeytûnan ên 40 cotkarên Kurd li Şêrawaya Efrînê şewitandin..
Li gorî malpera Efrîn Post, ev darên şewitî yên gundên Birc Qas, Beradê û Kalotiyê ne.

Ev dîmen jî, wê yekê belge dike ku, dewleta Tirk û çeteyên xwe çawa darên şêniyên Efîrnê dişewitînin..

Her wiha di dîmen de eşkere dibe ku, li çiyayên Efrînê xweza roj bi roj tê kuştin û şînkahî her diçe namîne.

Tê zanîn ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, bi hezaran darên zeytûnan û zeviyên çendiniyê yên Efrîniyan hatine şewtandin.

Back to top button