Li Amedê berdevka TJA’yê Gokkan û 12 jin hatin binçavkirin

Li Amed û Dîlokê jî di serdegirtina malan de, berdevka TJA’yê Gokkan û gelek kes hatin binçavkirin.

Li Amed û Dîlokê jî, îro serdegirtina malan hebû.

Polîsan destê sibehê, li navend û navçeyên Amedê bi ser gelek malan de girtin.

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û Berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney jî di nav de hebûn, 13 rayedarên jin hatin binçavkirin.

Jinên binçavkirî jî birin Mudîriyeta Emniyetê ya bajêr.

Li Dîlokê 33 kes hatin binçavkirin

Ne tenê li Amedê, li Dîlokê jî operasyona binçavkirinê hebû.

Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Mûsa Aydin, 2 muxtarên taxan û parêzerek jî di nav de, 33 kes hatin binçavkirin.

Di serdegirtina malên van kesan de, deriyên malan hatin şikandin.

Kesên li vir jî hatin binçavkirin, wan birin Mudîriyeta Emniyetê ya bajarê Dîlokê.

Back to top button