Rejîma Îranê şeva borî 2 girtiyên siyasî yên Kurd bi dar ve kirin

Rejîma Îranê şeva borî 2 girtiyên siyasî yên Kurd bi dar ve kirin.

Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, rejîma Îranê duh şevê, girtiyên siyasî Sebîr Şêxzade û Diyako Resulsaze bi dar ve kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê jî ragihand ku rejîma Îranê berî bidarvekirina wan, nehiştiye ku malbat û xizmên xwe bibînin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî berî niha ji rayedarên Îranê xwestibû ku cezayê bidarvekirina herdu girtyan rawestîne.

Heta niha cenazeyên herdu qurbanan, radestî malbatên wan nehatine kirin.

Sabir Şêxzade û Diyako Resulzade, Adara 2014’an li Mahabadê bi behaneya pêkanîna teqînekê hatibûn binçavkirin.

Back to top button