RÊVEBERIYA ŞAMÊ: BÊYÎ DANÛSTANDINA BI KURDAN RE TU ALTERNATÎF NÎNE

Piştî biryara vekişînê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ji Sûriyê, cara yekem e ku rêveberiya Şamê der barê pêşeroja têkiliya bi kurdan re daxuyaniyekê dide.

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Faysal Miqdad der barê danûstandinên bi Kurdan re xweşbîniyên xwe anî ziman.

Faysal El-Mikdad ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û got:

“Bêyî danûstandina bi Kurdan re tu alternatîf nîn e.”

Mikdad diyar kir ku êdî dem hatiye em sûdê ji tecrûbeyên berê bigrin û got,

Kurd dibêjin ew perçeyek ji gel û xaka Sûrî ne, ji bo vê jî “ez baş dibînim.”

Leave a Reply

Back to top button