HPG: 16 Leşkerên artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin

Du rojên din êrîşa dewleta Tirk ya li ser Heftenînê mehekê li pey xwe dihêle. Artêşa dagirker her roj derbên giran dixwe û windahiyên mezin dide.

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên gerîlayan de 16 leşkerên din yên Tirk hatine kuştin.

 

Berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ya li qada Heftenînê a li dijî artêşa Tirk ya dagirker nêzî mehekê ye bê navber berdewam dike.

Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 16 leşkerên din yên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî operasyona dagirker a artêşa Tirk,
berxwedana bi heybet a bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê li Heftanînê didome û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker tên xistin.

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de derbên giran li hêzên dagirker xistin û ev agahî parve kir:

“Di 12’ê Tîrmehê de hêzên me li nêzî Girê Şehîd Rojîn Gewda ya li qada Xantûrê li yekîneyên dijmin xistin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşker hatine kuştin. Di şer û bombebarana li qada Xantûrê hevalê me Rustem bi qehremanî li dijî dijmin şer kiriye û şehîd bûye.

Hêzên me di 12’ê Tîrmehê de li qada girê Dûpişk li dijî dagirkeran çalakiyên sûîkastê kirin. Di van çalakiyan de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Di 12’ê Tîrmehê de Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal li Girê Qertel li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistine lê hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.

Di heman rojê de hêzên me li dijî dagirkerên li Girên Şehîd Ciwana û Şehîd Serfiraz çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di van çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin.

Di heman rojê de hêzên me li leşkerên Girê Koordîneyê xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Di 13’ê Tîrmehê de hêzên me li qadên Şehîd Bêrîvan û Tepê Tunelê hin çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di van çalakiyan de jî 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.”

HPG’ê diyar kir ku di 13’ê Tîrmehê de li qadên tepê Qertel û Girê Şehîd Bîrhat di encama şer û bombebarana giran de gerîla Ozan, Zeyneb, Gever û Şoreş li dijî dagirkeran bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne.

Back to top button