Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Kurdistanê rê li ber serdemeke nû vekir

Îro Salvegera 38’an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ye.

Berxwederên rojîya mirinê bi dirûşmeya, ‘Em ji jiyanê bi qasî ji bo wê bimirin jê hez dikin’ û ‘berxwedan dibe serketinê, teslîmîyet dibe xiyanetê’, li dijî faşîzma dewleta Tirk li Kurdistanê rê li ber serdemeke nû vekirin.

Li Kurdistanê îro jî li ser şopa vê berxwedana mezin, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîna azadîyê ya gelê Kurd roj bi roj mezin dibe û ber bi serketinê ve diçe.

 

Têkoşîna Azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan li Kurdistanê destpêkiribû bi rêjîma faşîst ya 12’ê Îlonê ya dewleta Tirk hatibû xwestin mîna serhildanên din yên kurdan di demeke kurt de bê têkbirin.

Dewleta Tirk a faşîst ji bo ku li ser navê Kurdan ku li gorî wan “Miribûn û li ser hatibû bêtonkirin” careke din liv û tevgerek pêk neyê çi ji dest dihat dikir.

Ji ber vê jî rêjîma faşîst ya Tirk li ser kadroyên pêşeng yên PKK’ê ku di encama darbeyê de hatibûn girtin li zîndana Amedê teror û êşkenceyeke mezin pêk anî.

Ji bo ku PKK’ê tasfîye bike û kadroyên pêşeng teslîm bigire serî li hemû rê û rêbazan dihatin dayîn.

Zîndana Amedê weke cihê têkbirina têkoşîna azadîyê ya Kurdistanê û têkbirina PKK’ê hatibû hilbijartin.

Li ser bi dehan kadroyên pêşeng yên PKK’ê ku li vê zîndanê girtîbûn zilm û hovîtîyeke neditî dihat kirin.

Li dijî rêjîma faşîst ya Tirk Berxwedana Zindana Amedê ya dîrokî di Newroza 1982’an de bi Mazlûm Dogan dest pê kir û bi Berxwedana Mezin ya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê gihişt lûtkeyê.

Rojîya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi şehadeta Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Mihemed Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi dirûşmeya “Berxwedan dibe serketinê, teslîmîyet dibe xiyanetê” û “Em ji jîyanê bi qasî ji bo wê bimirin jê hez dikin” bi ser ketibû.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî rêjîma faşîst ya Tirk bi serket û li Kurdistanê rê li ber gelek pêşketinên mezin yên mîna Pêngava 15’ê Tebaxê vekir.

Îro jî di salvgera 38’an de, gelê Kurd û Tevgera Azadîyê ya Kurdistanê li ser kevneşopîya Berxwedana 14’ê Tîrmehê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir dike û di rêya azadîyê de serketinên dîrokî bi dest dixe.

Back to top button