Istixbarata Tirk li navenda Efrînê 3 jin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê kiryarên xwe yên hovane didomînin.

Leşker û çeteyên dewleta Tirk li navenda Efrînê û navçeyên wê dîsa gelek sivîl ku di navê de jin jî hene, revandin.

Hat ragihandin deweleta Tirk, 180 welatiyên herêmên dagirkirî li dadgehên Tirkiyê darizandiye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe roj bi roj kirinên dermirovî li dijî welatîyên Efrînê zêdetir dikin.

Malpera Efrin post ragihand ku roja Înê ya derbasbûyî, Istixbarata dewleta Tirk bi hêceta ku li derdora navendên çeteyan teqemeniyan datînin 2 keç revandin.

Çeteyan keçên bi navên Sêvîn Ehmed Sadiq a 20 salî ya ji gundê Berkaşê yê Bibilê û Nisrîn Welîd ya 23 salî a ji gundê Remedana yê Cindirêsê revandin.

Malperê da zanîn ku Istixbarata dewleta Tirk diya Sêvîn ya bi navê Melek û bireyê wê yê bi navê mihemed yê 15 salî jî revandin û mala wan jî desteser kir.

Ji bo desteserkirina mala wan çeteyan malbatek Efrînê revand

Li Taxa Zêdiyê ya Efrînê jî çeteyan şêniyê bi navê Welîd yê salî 30 û hevjîna wî ji gundê Xelnêrê revandin.

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê diyar kir ku ji bo desteserkirina mala Welîd, çeteyan ew malbat revandin.

Li heman Taxê jî çeteyan beriya 20 rojan, şêniyê bi navê Mihemed Mido yê ji gundê Hesen Dêra yê Bilbilê revand.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan ji bo berdana wî 20 hezar dolar fidye ji malbata wî xwestin.

Çeteyan êrîşî gundê Firêriyê kir û zarokekî 15 salî revand

Çeteyan duh carek din êrîşî Li gundê Firêriyê yê navçeya Cindirêsê kir.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan hejmarek ji şêniyên gund revandin û êşkence li wan kirin.

180 welatiyên herêmên dagirkirî li dadgehên Tirkiyê hatin darizandin

Komîteya Kurdî ya Mafê Mirovan – (Raweng) û rêxistina Sûrîyîn ji bo Rastî û Edeletê, ji bo dadgehkirina welatiyên herêmên dagirkirî li Tirkiyê, raporeke hevbeş ragihand.

Di raporê de her du rêxistinan, dewleta Tirkiyê bi darizandina welatiyên herêmên dagirkirî di dadgehên xwe de tewangbar kir.

Her du rêxistinan dan zanîn ku bi bihaneya ku endamên QSD’ê ne, welatî tên revandin û dişîninTirkiyê.

Li gorî her du rêxistinan, nêzî 180 kesên ku ji herêmên Sûrî yên dagirkirî, di girtîgeha Hilwan ya Rihayê de girtî ne.

Her weha navên zêdetirî 70 kesên ku dewleta Trik revandine belgekirine.

Back to top button
Close
Close