Îmaratê li ser egeriya şerekî li derdora Sirtê hişyarî da

Li ser egeriya şerekî li derdora bajarê Sirtê yê Lîbyayêê jî, Îmaratê hişyarî da. Fransayê jî daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê ji qedexeya şandina çekan ji bo Lîbyayê bigire.

Duh jî wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoğlu careke din piştgiriya bi hikûmeta Wîfqê ya Lîbî ya Ixwanî re nîşan dabû û bang kiribû ku divê hêzên Xelîfe Hefter ji bajarên Sirt û Cefrayê vekişin û radestî hikûmeta Wîfaqê bikin.

Duh Misirê careke din dubare kiribû ku ewlehiya Lîbyayê ewlehiya wan e û ji bo wan bajarên Sirte û Cefrayê xetên sor in.

Li ser egereiya şerekî li derdora bajarê Sirtê yê Lîbyayê, îro Wezîrê Derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş jî, got:

“Ev daholên şer ku derdora Sirtê lê didin, wê bihêle metirsiyên siyasî û mirovî li herêmê rû bidin.”

Qerqaş banga agirbestekê û diyalogê li herdu aliyên şer yên li Lîbyayê kir.

Fransa: Ewlehiya Lîbyayê bandorê li ewlehiya deryaya Spî û Ewropayê dike

Wezîra Parastinê ya Fransayê, Florence Parly jî daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê ji qedexeya şandina çekan ji bo Lîbyayê bigire.

Florence Parly got:

“Ewlehiya Lîbyayê ji bo Franasyê girîng e, ji ber ku ewlehiya Lîbyayê bandorê li ewlehiya Deryaya Spî û giştî Ewropayê dike.”

Vladimir Cabarov: Wê destwerdana Misirê serweriya Lîbyayê vegerîne

Derbarê destwerdana Misirê li Lîbyayê de, Cîgirê Serokê Komîteya Karûbarên Navnatewî di Meclisa Yekîtiya Rûsyayê de, Vladimir Cabarov got:

“Wê destwerdana Misirê li Lîbyayê baş be, wê serweriya welêt vegerîne weke berê.”

Back to top button