Di şerê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de 7 leşkerên Azerbeycanê hatin kuştin

Di şerê ku navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de derketî, yek jê fermandar 7 leşkerên Azerbeycanê hatin kuştin.

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Azerbeycanê Kerîm Veliyev ragihand ku hêzên wan li dijî Ermenîstanê êrîş pêk anîne.

Veliyev îdia kir ku zêdeyî 100 leşkerên Ermenîstanê hatine kuştin.

Veliyev di daxuyaniya xwe ya îro de eşkere kir ku yek jê fermandar 7 leşkerên wan hatine kuştin.

Serokwezîrê Ermenîstanê doh di civîna kabîneyê de teqezî li ser wê yekê kiribû ku ewê li dijî provakasyonên Azerbeycanê bê helwest nemînin.

Wezîrê parastinê jî gotibû, wê li pêşberî her tevgerekî Bakû bersivê bidin.

Dewleta tirk jî li pey gurkirina şerê li herêmê ye.

Wezîrê derve yê dewleta tirk Mevlut Çavuşoglu jî gef li Ermenîstanê xwar û got, aqilê xwe bênin serê xwe.

Rûsaya jî ji bo rawestandina şer, pêşniyar kir ku weke nevbeynkar kar bike.

Ji atmosfera li herêmê, diyare ku wê ev alozî di demek kin de bi dawî nebe.

Back to top button