
Îro Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê ragihand ku 22 kesên din bi nexweşiya vîrûsa Coronayê ketine û 2 jî ji ber nexweşiyê mirin.
Wezarta Tendirustiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 22 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketinê, 2 kes baş bûne û 2 jî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî wezaretê, heta niha jimara kesên nexweş li deverên li jêr kontrola hikûmeta Şamê gihaşt 439 kesî, ji wan 138 baş bûne û 21 jî mirine.