QSD’ê ji bo parastina dibistan, deverên perwerde û zarokan rêze biryar da

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ji bo parastina zarok, dibistan û karmendên qada perwerdeyê ji bandora şerê çekdarî û operasyonên leşkerî, rêze biryar da.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) biryar û perspektîfên derbarê parastina zarokan û cihên perwerdeyê ji şer, li ser malpera fermî ya QSD’ê belav kir.

“Li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyîn yên 1998 (2011) û 2143 (2014) û bikaranîna dibistanan di qada leşkerî de, QSD’ê ragihand ku di demên nakokokiyên çekdarî de dê zarok û karmendên qada perwerdeyê ji xeteriyên operasyonên leşkerî biparêze.

Derbarê vê yekê QSD’ê rêze biryar da:

1-Di çarçoveya xebatên me wekî  Hêzên Sûriyê Demokratîk de; ji bo parastina zarok, dibistan û karmendên qada perwerdeyê ji bandora şerê çekdarî û operasyonên leşkerî,

her wiha ji bo mîsogerkirina xwezaya medenî ya dibistanan ku cihê perwerdekirina ewle ya zarokan,  Hêzên Sûriya Demokratîk bi hemû pêkhateyên wê dê dibistanên ji bo mijarê şer bi kar neîne, her wiha qedexeye her alavek an çekek li nêzî cihên perwerdedayînê werin bi cih kirine.

Ji bilî rewşên leşkerî yên herî awarte mîna ku dibistan bibin hedefa êrişên leşkerî ku pêwîstî bi parastinê heye,

dê koordîneke bi temamî bi aliyên sivîl yên têkildarî wekî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were kirin.

Ji ber ku ev deste aliyê sivîl e ku rewşa perwerde û fêrkirinê û dibistanan bi rêxistin dike.

2– Hemû pêkhateyên Hêzên Sûriya Demokratîk pîvanên cudakirina di navbera armancên leşkerî û pîvana tedbîrên li dijî bandorên êrişê li gorî qanûna şerê çekdar, pêk tîne.

Li gorî wê, bikaranîna dibistanan ku ne li gorî biryara hejmar 1`e, ji bo karên leşkerî qedexe dike.

3– Di êrişên li dijî dibistanên ku armancên leşkerî tê de hatine diyarkirin, hêzên QSD`ê tedbîrên digire da ku bi tu awayî zirar negihêje dibistanan.

Her wiha ji bo alîkarîdayîn fermandaran di girtina biryarê de, şêwirmendên qanûnî yên beşdarî operasyonên leşkerî dibin tên esasgirtin.

4– Divê haya hemû fermandarên leşkerî yên QSD`ê yên li baregehên sereke, efserên meydanî û leşkerên di bin fermandariya wan de, ji van perspektîfan hebe û ev belge bikeve nava bernameyên perwerdeya li dibistan û akademiyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk.

5– Ev perspektîf dikevin pîvanên şer û siyasetên leşkerî yên têkildar  û plana leşkerî ya giştî ya girêdayî operasyonên leşkerî yên hêzên QSD`ê, amadekarî jê re tê kirin û tên pêkanîn.

6- Piştî koordîne û lihevkirina bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re,Hêzên Sûriya Demokratîk rê dide hikumetên medenî û aliyên têkildarî rewşa mirovî da ku bigihînin nuqteyan û rewşa dibistanan lêkolîn bikin.

Ev yek li gorî derfet û pêwîstiyê pêkan e, da ku zirarên ku gihîştin dibistanan binirxînin, xeteriyên leşkerî rakin û dibistanan wekî berê vegerînin.

7-Hêzên Sûriya Demokratîk dê bi nûnera  tayabet NY’yê ya têkildarî zarokan û şerê çekdarî û ekîpên xebata Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî şopandin û agahdarkirinê re tevkar be.

Ev tevakarî ji bo mijara veguhestina agahiyên derbarê binpêkirinên tecawîzkirinên li dijî zarokan de jî ye.

8-Ji dîroka derxistina van perspektîfan de, Hêzên Sûriyê Demokratîk dest bi valakirina deverên ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî dibistan ji bo temamkirina perwerdeyê dihesibîne, kiriye.

9-Hêzên Sûriya Demokratîk, dê li gorî belgeya ku li jor hatiye diyarkirin tevbigire, fermandar, efser û ferdên ku li gorî vê tevnegerin dê li gorî isulan werin cezakirin. “

Back to top button