​​​​​​​Mismarî: Di saetên pêş de wê şerê mezin dest pê bike

Berdevkê fermî yê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku di saetên pêş de dê li derdorê bajarê Sîrt û Cefra, şerekî mezin rû bide.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihandibû ku li derdora bajarê Sîrt û Cefra tevgereke zêde ya çeteyên Wîfaq û Tirkiyê heye.

Ev yek piştî daxuyaniya parlamantoya Lîbyayê hat ku ji bo “Parastina ewlehiya netewî ya her du welatan”, Misir dikare destwerdana leşkerî di Lîbyayê de bike. Her wiha teqezî bi girîngiya kedên her du welatan ên ji bo qewitandina dewleta Tirk a dagirker kir.

Back to top button