Artêşa Tirk 15 maşîneyên tije dîwarên çementoyî derbasî Idlibê kirin

Ji ber topbarana hêzên hikumeta Şamê li ser bajarê Erîha yê başûrê Idlibê, zilamek û zaroka xwe jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din jî, hêzên Rûsyayê, 25 êrîş li dijî Cebel El-Ekrad ê li gundewarê Laziqiyê û gundewarên başûrê Idlibê pêk anîn.

Li gel vê jî, 15 karwanên dewleta Tirk ku bi dîwarên çementoyê barkirî, derbasî Idlibê bûn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ev karwan ji 10 maşîneyan pêk dihat û berê xwe dan nêzî rêya M4.

Ji destpêka ragihandina agirbesta Putin-Erdogan li Idlibê ango ji Adarê de, 4 hezar û 685 maşîneyên leşkerî derbasî herêmê bûne .

Back to top button