Heviya rehtbûna ji Corona li ba dibe..Tecrube dawî jî vê mehê ye

Di wextekî de ku vîrûsa Corona bêhn li cîhanê tevdî çikandiye, hêvîya rehetbûna ji vê nexweşîyê êdî li ba dibe.. Di tecrubeyên herî dawî de, hat dîyarkirin ku derman êdî derbasî qonaxa dawî bûye..

Şirketa dermana ya Amerîkî Moderna ragihand ku tecrubeyên wan li ser hinek xwebexşan çêkirine, wê 27ê Tîrmehê derbasî qonaxa herî dawî bibin.

Bi vê jî, ev şirket yekem aliyê ku digihêje vê qonaxa pêşketî.

Li gorî lêkolîneke Peymangehên Niştimanî yên Tenduristîya Amerîkayê, xwebexşên derman derbasî laşê wan bûne, ji wan kesên ku ji Coronayê rehet bûne, bihêztir bûne.

Tecrubeyên dawî jî wê li ser 30 hezar kes li Amerîkayê werin pêkanîn, ku nîvê wan wê derman bistînin, nîvê din jî wê dermanekî sexte bidin wan.

Hat zanîn, armanca sereke ji vî dermanî ku laş xwe ji vîrûsê biparêze.

Heya niha, vîrûsa Corona 13 milyon kes bi nexweşîyê xistine û dawî li jîyana 570 hezar kes aniye.

Back to top button