Çeteyên dewleta Tirk 20 xwendekarên amadehî yên ji Efrînê revandin

Li rex wêrankirina dibistanan û bê perwerdehiştina xwendekaran, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe 20 xwendekarên amadehî yên ji Efrînê revandin. Her wiha di vê mehê de û heya niha, çeteyan 36 şênî revandine. Li aliyê din jî, çeteyan 30 malbat ji gundê Alkanayê qewitandine.

Li Efrîna dagirkirî, rojane kirinên dermirovî tên kirin..

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, 324 dibistan rûxandin, 49 hezar xwendekar bê perwerde hiştin û bi ser de jî wan direvînin.

Li gorî malpera Afrîn Post, çeteyên dewleta Tirk 20 xwedekarên amadehî li ser rêya Helebê revandin.

Malperê da zanîn ku çeteyan bi behaneya ku xwendekarên amadehî ezmûnên xwe li cem hikumeta Şamê pêşkêş kirine, ew revandine.

Her wiha malperê eşkere kir jî ku, dema dawî çeteyan her xwendekarek bi 400 dolarî derbasî Helebê dikir.

Tenê di tîrmehê de, 36 şênî hatine revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî jî bi raporekê eşkere kir ku, dewleta Tirk û çeteyên xwe tenê di meha Tîrmehê de 36 şênî ji Efrînê revandine.

Çeteyan 30 malbat ji gundê alkana qewitandin

Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk 30 malbat ji gundê Alkana yê navçeya Şiyê qewitandin, mal û milkên wan jî desteser kirin.

Malpera Afrîn Post jî teqez kir ku çeteyan li ser şêniyên gundê Çeqela ‘hezar’ dolar sepandine.

Back to top button