Ji bo Hong Kongê, Çîn gefa cezabirînê li Amerîkayê dixwe

Piştî serokê Amerîkayê Donald Trump bankên li Hong Kongê ceza kirin, Çîn gefa cezabirînê li Waşingtonê dixwe..

Îro Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku Pekîn rêkara Amerîkayê ya vê dawiyê şermezar dike û bang li Waşingtonê dike ku nema destwerdanê li karûbarên hundir ên Çînê bike.

Li gorî daxuyaniyê, wê Çîn cezayên tolhildanê li kesayet û şirketên Amerîkî bibire.

Ji ber Çînê qanûna ewlehîya niştimanî li ser Hong Kongê sepandiye, Amerîka cezayên aborî li banakên ku bi berpirsên Çînî re danûstandinê dikin, birîn.

Hikumeta Çînê, ji 1997an de qanûna ewlehiya niştimanî li ser Hong Kongê ferz kiriye, ku nabe ti alî destwerdanê li karûbarên wê yên herêmî bike.

Di konferanseke çapemeniyê de jî, serokê Amerîkayê diyar kiribû ku Kongressê li ser dayîna Rêveberiya Xweser ji bo Hong Kongê erê kiriye.

Back to top button