Jinên ciwan ên têkoşer li Silêmaniyê bi sedan îmze kom kirin

Li Başûrê Kurdistanê, di çarçoveya Pêngava Birûxîne de, heta niha 15 hezar îmze hatine komkirin. Jinên navçeya Kelar a herêma Germiyên jî bang li hemû Kurdan dikin ku li dijî êrîşên Tirkiyê dakevin kolanan û helwesta xwe nîşan bidin.

Kampanyaya îmzeyan ku bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz di Pêngava “Birûxîne” de dest pê kiribû, didome.

Endaman vê kampanyayê ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê, bi sedan îmze li Silêmaniyê kom kirin.

Ev kampanî li gelek deverên Başûrê Kurdistanê dewam dike û heya niha di nava 10 rojan de, bi giştî 15 hezar îmze hatine komkirin.

“Partiyên Başûrê Kurdistanê rê ji Tirkiyê re vekiriye ku êrîşan bike”

Di heman çarçoveya nerazîbûna li dijî dewleta Tirk de, berpirsa Komîteya herêma Germiyan a Yekîtiya Jinên Kurdistanê Şukriye Xefûr got:

“Partiyên Başûrê Kurdistanê rê ji Tirkiyê re vekiriye ku êrîşan bike.

Armanca dewleta Tirk ne PKK’ê ye, dixwaze tevahî Kurdistanê dagir bike.”

Rojnameger Rênas Salih jî diyar kir ku Tirkiye ji hebûna Kurdan ditirse û got:

“Li Rojavayê Kurdistanê heta radeyeke mezin hêza Kurdan pêş dikeve.

Dewleta Tirk ditirse ku Başûr bihêz bibe.

Ev yek wê bibe sedema ku Kurd li Rojhilata Navîn xurt bibin û Tirkiye lawaz bibe, lewre êrîşan bi her awayî dike.”

Dr. Haşim Zêbarî: Tirkiye dixwaze binesaziya aborî ya Başûrê Kurdistanê tune bike

Pisporê Aboriyê yê Zanîngeha Dihokê Dr. Haşim Zêbarî jî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze binesaziya aborî, sektora çandinî û ajaldariyê yên Başûrê Kurdistanê tune bike.

Dr. Zêbarî da zanîn ku gelek şîrketên mezin ên li Başûrê Kurdistanê ku bûne sîxurên MÎT’ê, bi her awayî ji bo berjewendiyên Tirkiyê dixebitin.

Pisporê aboriyê teqez kir ku helwestên şermok ên hikumeta Başûr, partî û aliyên siyasî, hiştiye ku dewleta Tirk binpêkirin û dagirkirinê zêdetir bike.

Haşim Zêbarî girêdayî lihevkirina 50 salî ya hikumeta Başûr û Tirkiyê got:

“Hayê YNK û aliyên din ji vê lihevkirinê tune ye. Ev lihevkirin, li dijî gelê Kurd tê bikaranîn.”

Pispor aborî û Dr. Zanîngeha Dihokê Haşim Zêbarî diyar kir ku dewleta Tirk mehane zêdeyî 30 milyon dolar ji dahata petrolê ya Başûrê Kurdistanê werdigire.

Her wiha her meh ji Deriyê sînor ê Îbrahîm El-Xelîl, zêdeyî 12 milyon dolarî qezenc dike.

Back to top button