Çevîrmen: Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde dibe

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen diyar kir ku dema dawî li girtîgehan, binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û gelek caran serî li wan hatiye dayîn.

Çevîrmen bal kişand ser asta metirsîdar a binpêkirina mafên mirovan û bi bîr xist ku gelek girtî di greva birçîbûnê de ne.

Her wiha anî ziman ku bi her awayî zext li girtiyan tê kirin û ji ber vê yekê li Herêma Anatoliya Navîn li deverên cuda, grevên birçîbûnê dest pê kirine.

Çevîrmen got,

“Nedana nameyan, nebirina nexweşxaneyê, nedana derman û gelek pirsgirêkên bi vî rengî derdikevin pêşiya girtiyan. Girtî li odeyan tecrîdkirî ne.”

Çevîrmen destnîşan kir ku girtiyên nexweş divê tavilê bên berdan û got,

“Ev mirov tevî ku nikarin li wir bijîn, nayên berdan. Li girtîgehan mafê jiyanê tê binpêkirin.”

Back to top button